Osman Mistefapûr warê xwe bi çî hêla

11:47 - 23 Gulan 2020

Di heyama rojên derbasbûyî de, “Osman Mistefapûr” girtiyê siyasî ê Kurd, bi sedema givaşa îdareya îtla`ata Pîranşarê, warê xwe bi cîh hêla.

Ew girtiyê siyasî, piştî azad bûn ji girtîgehê bi awayê berdewam bo navendên ewlehî dihate veguhastin û lêpirsîn lê dihate kirin.

Roja Pêncşemî 30`ê Xezelwer a 1398`an, “Osman Mistefapûr” û “Mihemed Nezerî” piştî 53 sal hepas, ji girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hatine azadkirin.

Osman Mistefapûr 28 sal û “Mihemed Nezerî “ 25 salan di girtîgehê de bûn, ew du girtiyane heyama cezayên xwe di girtîgeha bajarê Urmiyê, Tewrêz û Recayî Şarê de derbas kirin.

Osman Mistefapûr di Pûşpera sala 1370`an di devera “Tirgewer” a ser bi bajarê Urmiyê hatibû biçavkirin û piştre bi tohmeta “endamê yek ji Partiyên Kurd ên Opozisyon yên rejîma Îranê” bi 25 sal hepsa te`izîrî hatibû cezadan.

Dawiya sala 92`an piştî 23 sal girtî, taya yek a dadgeha Înqilab a bajarê Urmiyê , bi serokatiya dadwer “Çabok” cezayê hepsa “Osman Mistefapûr” bo 35 sal hepsa te`izîrî guherî û dezgeha dadwerî ya rejîma Îranê, bi sedema şer kirin digel Spaha Pasdaran a terorîst cezayê 10 sal hepsê bi ser wî welatiyê Kurd de sepand.

Mihemed nezerî, girtiyê siyasî xelkê bajarê “Sayîn Qela” roja 9`ê Cozerdan a sala 1373`an, bi tohmeta endamê yek ji Partiyên Kurd ên dijberê rejîma Îranê, ji aliyê me`imûrên eminiyetî yên  Spaha Ebuzerî ya bajarê Bokanê ve hate binçavkirin û di dadgeha despêkî de bi serokatiya dadwer “Celîlzade” serokê dadgeha Înqilaba Urmiyê bi Îdamê hatibû cezadan.

Di encamê de cezaya bidarvekirina wan du welatiyên Kurd di sala 1378`an de, bo hepsa hata hetayî hate guherîn.