Ormî / wekirina zanîngeheik keçan li doma pilana cida kirina kur û keçan li Îran

19:36 - 21 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: li doma cîbicî kirina pilana cidakirina kur û keç li zanîngehên Îranê de, zanîngehik taybet bi xwndekarên keç li Ormî wekirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; zanîngeha El Zehra,ku şaxik ji zanîngehên taybet bi keçane, bi derfetnama fermî ya şoraya şandana xwendina bilind, li şarê Ormî hatiye damezrandin biryare ku li sala tê de, xwendekarên keç wergire.

Hosêyn Hosêynî, berpirsê bîroya şandana xwendina bilinda wizareta zanist û lêkolîn, ragihandiye; ew zanîngeha Ormî, ku şaxik ji zanîngeha giştiaya El Zehraye, li sala tê ya xwendinê de, xwendekarên keç dikarin bi xwendin li 5 şaxên(Rişte) karnasiya bilind de navê xwe binivîsin.

Şaxa zanîneha El Zehra ku bi amade bûna Hosêyn Hosêynî, hate wekirin û I gotina navbirî, zanîngeha Elzehra ku teke zanîngeha hukûmiya keçane, biryare li pitira parêzgehên Îranê de şaxên xwe damezrine û dest bi xebata xwe bike.

\"20079.jpg\"
Basa cida kirina kur û keç li zanîngehên Îranê de, li sala 1386a rojî de bi navê” bi rê xistina zanîngehên keçaneya Qum” bi formik bi hêz hate ber holêû ji awirê pitira çavdêrên vê basê, ne wek bas û pirsgirêkik Olî, belku bo bandor xistin ser xwendekaran ûêminîtir kirin û kontrol kirina zanîngehên Îranê de haiye ber holê.

Li vê barê de Sadiq Zîba Kelam, mamostayê zanîngeha Tehran, pêştir bi malpera Radio Îran ragihandibû: şoraya bilinda inqilaba ferhengî, berpirsê danîna yasayan li welatêÎranê de nine û babeta cida kirina keçû kuran (regez), bi gelemperî aliyê polîtîkîû propagandayî heye.

Çavdêr û xebatkarên siyasî ew awir ji hene, ola bi xev kirina hukûmeta islamiya îran, li despêka hatin ser deshilatê, weke emrazik bo bi pêş birina bi rê xistina dewletê bi kar aniye û li bin navê rûberûyî kirin tev “Kafir û Kufir”, destdan bi ji holê rakirina gurûpên siyasîû civakî li welatêÎran.

Li doma wan pilanan de, li pirira şarên Îranê de Park yên taybet bi jinan danîn û heya li sala 1390a rojî de jî, wezîrê Amûzişû Perweriş(perwerde û geyandin)a hukûmeta islamiya îranê, bas ji cida kirina regezî( Kur û Keç) li baxçe zarokan(mehd ê kûdek) kiribû.