Ormî / dezgeha ewlehiyê ji bi rê birina rêresma taziya Wicdî Hatemî pêşgirî kir

12:15 - 6 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: ji bi rê birina rêresma Çilleyê taziya berpirsê binka çandî-huneriya Ehmedê Xanî li Ormî de pêşgirî kirin.

Gorekî raporta ajansa nûîe gihaniya Kurdpa; 1 roj mayî bi rêresma Çilleyê taziya Mihendis Wicdî Hatemî, wizareta ewlehiya hukûmeta islamiya Îran li Ormiyê de pêşgirî ji bi rê birina vê kirin.

Serekaniyik agadar li Ormî xêncî erênî kirina vê raportê bi ajansa Kurdpa Ragihan: dezgeha ewlehiyê bi malbatan û kesên vê xebatkarê Çanda Kurd gotine; ku ji bi rêbirina rêresma Çille xwe biparêzin.

Ewî, ku nexwest navê vî bê eşkere kirinê got: gorekî biryara xebatkarên çandî û malbata Hatemî, pilan ew bû ku rê resma Çillê taziyê, roja din li salona nexweşxana Omîd li şarê Ormiyê de bi rê here.

Mihendis Wicdî hatemî, roja 14ê heyva Dêya îsal li sedem nexweşiya Qelb(Dil) li yekik ji senterên midîkal li Ormî de wefat kir û li gundê ji dayîk bûne xwe de li Lorzîn ji dewera Sîlwana de bi xakê hate sipardin.

Ev Mihendisê Omran û xwendekarê asta dottoraya zanistên polîtîk bû ku nêzî 10 sal pêş niha bi alîkariya hejmarik ji xebatkarên çandî û civakî li Ormî, binka Endîşê Ehmed ê Xanî damezirandin û bi rêbiriya vê jî li ustiyê vî bû.

Ev binka çandî-hunerî li roja 20ê heyva Mordada îsal bi fermana dezgeha Ferheng û Irşad û bi destê ajanên Emakin li Ormiyê de hatibû plomp kirinê.