Ormî / babik Bi navê parastina Namûs keça xwe kuşt

13:27 - 10 Gulan 2014
Ajansa Kurdap: li yekik ji taxên şarê Ormî, jinik bi destê kesên mala xwe hate kuştin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; çend roj pêş niha de, mêrik bi navê Arif Ezîzî, ji xelkê Nûşîn şehr(karxane qend)a Ormî, keça xwe kuşt.

Raportêrê Kurdpa li dewera Nazî ya Ormî, kesitiya wê keçê, Mêhnaz Ezîzî ragihand ku çend roj pêş niha de ji aliyê bab û birayê xwe yê mezin de hatibû kuştinê.

Mehnaz Ezîzî ku li mala xwîşkik xwede hate kuştin, çend sal pêş niha de zewicî bû ku li sala borî de ji mêrê xwe cida bibûû ji tirsa malbata xwede, “ bi nihênî” dijiya.

Tê gotin, dezgeha agahî li şarê Ormî, Arif Ezîzî girtibûn û navbirî, cê veşartina termê keça xwe eşkere kiribû.

Arif Ezîzî, li dema jêpirsînan de hegera kuştina keça xwe hebûna pirsgirêka exlaqî daye selimandin.

Gorekî yasayên hukûmeta islamiya îran, heke babik bi enqest, zaroka xwe bikuje, tinê bi danîna xwîn biha yan bi biryara dadgehê mehkûm bi 3 heya 10 salan hewsa teizîrî dibin.