Opozîsiyona Kurd Li Sûriyê Bê Agehbûna Xwe Derheq Serdana Civata Nîştimanî Bo Herêma Kurdistanê Diyar Kir

16:10 - 13 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Li gor çavkaniyên nûçeyan li Herêma Kurdistanê, Burhan Xelyûn û Ebdulbasît Seyda û du endamên din yên Civata Nîştimanî ya Sûriyê niha li Herêma Kurdistanê de ne û Nûrî Birîmû, nûnerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê bê agehbûna xwe derheq hatina wan diyar kir.

Birîmû di pêwendiyek telefonî de ligel Ajansa Kurdpa ragihand: \"Em haydarê hatina wan nînin û me jî ji aliyên din ve ew nûçeya bihîstiye û gazindên me ji Burhan Xelyûn û hevalêv wî hene û tu tiştek fermî di vê derbarê de negihîştiye dest me.\"

Birîmo herwiha derheq çalakî û rêxtin û hêzên xwe li herêmên Kurdakincî yên Sûriyê de dibêje: \"Em ektîv in û li meşan de beşdarî dikin, lê ji aliyekê hikûmet ji tirsa serhildana şoreş li deverên Kurdakincî de nevêre Kurdan bikuje û ji aliyek din ve Kurd jî hez nake ji rêya tundûtûjî ve beşdar be li şoreşa Sûriyê de.

Navbirî bi vî awayî gotinên xwe bi dawî anî: \"Niha beşek berçaw ji hêz û şiyana xelkê serhildayî yê Sûriyê di pêxema şerê eşîrî û olî de tê vala kirin û Kurd jî naxwaze bikeve vê bazneyê de.\"