Omer Îmamî piştî 18 salan hate merexesiyê + wêne

20:34 - 18 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Omer Îmamî girtiyê siyasî ê Kurd ku cezayê heta hetayî lê hatiye birîn, tevî ku nîvê temenê xwe li girtîgehê derbaz kiriye, bi razandina barimteya bi nirxeke giran, merexesî bi wî hat dayîn.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Omer Îmamî li temenê 18 saliyê ji sala 1996’an ve hat girtin û piştre cezayê heta hetayî lê hat birîn, lê di eynî nebawiryê de navbirî piştî 18 sal ceza, mafê vehesînê wergirt.

Peyamnêrê Kurdpa li bajarê Ciwanro ragihand: “Ew girtiyê Kurd bi danîna barimteya 250 milyonTomen, bo hefteyekî merexesî wergirt.”

\"23215.jpg\"
Omer Îmamî bi razandina barimteya bi nirxeke giran, merexesî bi wî hat dayîn
Omer Îmamî bi tawana alîkarî kirin ligel partiyeke opozosyona hikûmeta Îslamiya Îranê, cezayê heta hetayî lê hat birîn ku bi 3 hevalên xwe yên bi navên; Walî Dirûdî, Elî Salihî û Mihemed Muradî ( kurdên siysî), di girtîgeha Yezdê de bi ser dibin.

Ew 4 girtiyên Kurd ku bi hev re hatin bin çav kirin û dosyek hevpar hene, heyamê 18 sal e mafê vehesînê bi wan nehatiye dayîn.

Omer Îmamî kurê Husên bi 36 sal temen, akinciyê gundê “Kilaş”ê ser bi bajarê Ciwanro, li parêzgeha Kirmanşanê e.

Bi gotina xizmek nêz ji malbata Îmamî, piştî borîna mangek li ser mirina birayê Omer Îmamî re, merexesî pê hat dayîn.
\"23216.jpg\"

\"23217.jpg\"