NY: li Cizîrê hêzên ewlehiya Tirkiyê Tirkiyê 100 kes şewitandine

21:38 - 11 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê NY derbarê şer û pevçûnên li Cizîrê berdewam dikin daxuyaniyek da.

Li gor nûçeya “Associated Press”ê, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê NY “Zeyd Reid Husên” ragehandiye ku \"Di destên me de belge hene ku asayişa Tirkiyê sed kes di nava agir di şewitandine”.

Navbirî daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku dibe li derbarê vê kiryara hêzên xwe yên ewlekariyê de lêkolînê bike, û encama wê bide me. Navbirî bi tundî Tirkiye derheq binpêkirina mafên mirovan de rexne kir.

Tirkiyê wî şerê ku niha bi hêzên Kurdî re dike, wekî şerê li dijî terorê dihesibîne, û di vî şerî de xwe girêdayî çi usul û pirensîpeke mirovî nizane, û hemû riyên tundûtîj û hovane bi kar tine da ku bikare bi ser aliyê hember de serkeve. Lê serbarê ceribandina van hemû riyan, bi taybetî êrîşa bo ser avahiyekê li Cizîrê û kuştina bi dehan kesî bi awayên herî hovane jî nekariye dawiyê bi şer bîne.

Tirkiye ku di dema piroseya çareseriyê de karîbû di warê aboriyê de pêşkevtineke baş bi xwe ve bibîne, lê niha berevajî di rewşeke wekî salên destpêkê yên şoreşa xelkê Sûriyê de ye, û heya parêzerên mafên mirovan dibêjin, di destpêka şoreşa xelkê Sûriyê, bi qasî sala destpêkê ya şer û pevçûnên di Tirkiyê de, xelkê sivîl bi taybetî zarok nehatine kuştin, û rewşa Tirkiye ber bi xirabiyeke metirsîdar ve diçe.