Nutşe: Qurbaniyên kîmyawîkirî hatin bi bîranîn

19:05 - 19 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Bi derbas bûna 26 salan liser şerê Îran û Îraqê re, hîna bandora xirab a wî şerî, di çarçoveya mayînên çandî û esera dûr û dirêj a kîmyawî de, xwe dide nîşan dan.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Roja sêşemî 17’ê adara 2015’an, merasîmek bi boneya bîranîna kîmyawî kirina bajarê Nutşeya rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Sedam ve, hat lidar xistin.

Di wê merasîmê de kesek ji malbata wan qurbaniyan, bi xwandina gotarekî karesata kîmyawîkirina bajarê Nutşeyê şermizar kir û ew roja nexweş bi bîr anî.

Di berdewamiya rêûresmê de, helbestvanên bi navên Eta Heyderî, Firîdûn Behramî û Hikmet Mohemedî, bi boneya wê rojê çend helbest li ser xwendin û hestên xwe yên dilşewat nîşan dan.

\"25513.jpg\"
8 endamên malbatekî di kîmyawî kirina Nutşeyê de jiyana xwe ji dest
dan
Di beşa dawîn a merasîmê de şanoyek li ser karesata kîmyawî kirina nûdşeyê û heyeta lêkolîn kirin a Japonî li wê karesatê hat pêşan dan.

Bajarê Nutşe di 10 km a sînorê Îran û Îraqê de bi cih bûye û ser bi Kirmaşana rojhilatê Kurdistanê ye.
Hikûmeta Îslamiya Îranê ew komkûjî wek karesat li cîhanê nedaye nasandin û kesên bi wê karesatê re jiyana xwe ji dest dayî jî şehîd nehesibandin e.

Her wiha di 27 salên derbas bûyî de tu car rojname û dezgehên ragihandinê li welatê Îranê pirsa kîmyawî kirina Nutşeyê bo raya giştî par ve nekirine û hikûmeta Îranê di piratîkê de jî ew karesat di baykoteke nûçeyî de bi cî hiştin e.

Kîmyawî kirina Nutşeyê, roja 17’ê Adara 1987’an û 4’ê Gulana 1988’an pêkhat ku endamên malbatên Felahî û Yeqûbî, zortirîn qurbaniyên wê karesata mirovî bûn.

Nutşe di seredemê şerê 8 sale yê Îran û Îraqê de, bi zêdeyî 2 hezar carî gulle bi ser de hatine barandin û 12 caran jî ji hêla hewayî ve bomberdûman bûye.

Navên hejmarek ji qurbaniyên bombeyên kîmyawî ên Nutşeyê:
Sergul Felahî, Dr Mehmûd Kerîmî, Ebûbekir,Tahir, Muxtar, Mohemmed Kerîm, Ferec û Fayîq Felahî, Kemal û Ebûbekr Yeqûbî, Faroq Menûrî û Cefer Şoketî

\"25511.jpg\"

\"25512.jpg\"