Nûnerên Kurd Ên Meclîsa Îranê Nameyek Pêşkeşî Ban KÎ Mon Kirin

13:28 - 3 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Fraksiyona nûnerên Kurd li Meclîsa Şêvra Îslamî ya Îranê di nameyekê de bo Sekreterê Saziya Netewên Yekbûyî, kuştina welatiyên Kurd mehkûm kir.

Nûçegihaniya Mêhr li ser zimanê Îqbal Mihemedî berpirsê Firaksiyona Kurdan li Meclîsê de belav kir, îro li hemû sertîtrên Rojname û belavokan de bas ji kuştina xelkê bê berevan yê Şirnaxê tê kirin û car din destê Tirkiyê bi xwîna gelê Kurd sor bû.

Di vê nameyê de hatiye ku dewleta Tirk ku di dema niha de derheq parastina mafê Kurdan ligel pirsgirikan ber bi rû ye, gelê dê bikare di civaka navnetewî de xwe re cih bigire.

Nûnerên Kurdan di nameyê de daxwaz ji Ban Kî Mon, Sekreterê Giştî yê Saziya Netewên Yekbûyî Kiriye ku derheq kiryara han ya dije mirovî lêkolîn bikin û komîteyek bê alî bişînin Şirnaxê bo ronkirina rastiyan.
.