Nûnerê Xamineyî li Kirmaşanê:Avakirina Dewleta Kurdî li Kurdistanê pîlana Îsra’îlê ye

21:17 - 31 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Nûnerê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê li Kirmaşanê di xutbeya xwe ya roja Înê de ragehand ku, avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê li sînorên Komara Îslamî yek ji pîlanên Dewleta Îsla’îlê û welatên Erebî ye, lewra wezareta dreve ya Îsra’îlê ragehandiye ku, dikarin tevî tewahiya welatên Erebî têkiliyan çê bikin.

“Ebdulnebewî Nemzî” ku hevdem endamê “Civata Şarezayê Rêberî” û herweha endamê “Komeleya wanebêjên olî li Hewzeya Îlmî ya Qomê” ye di xutbeya xwe de ragehand ku, karbidestên Erebistanê tevî Îsra’îlê di peywendî de ne û Ereb dixwazin tevî Îsraî’lê lihev bikin.

Nemazî serbarê vê ku dibêje pîlana nû ya Amerîka û Îsra’îlê eve ku liser sînorên Turkiyê û Îranê dewletek serbixwe ya Kurdî ava bikin dibêje ku, hêza Pêşmergên Kurdistanê Erebên akinciyên Kurdistanê neçar dikin ku mal û halên xwe bi cih bihêlin û piştre malên wan di herifînin û di dawiyê de di şewitînin.

Hewceyî basê ye ku di çaxê Hizba Demokrat û hêzên din ên Kurdistanî di navxweyî Kurdistana Rojhilat de bûn û şerê Komara îslamî dikini, Ebdulnebewî Nemazî, Qaziyê Şer’î yê şoreşa Îslamî li Kurdistana Rojhilat bû û herweha heyamekê jî dadwerê giştî yê Komara îslamî bû.