Nûnerê Welîyê Feqîh yê bajarê Urmiyê biryarek li dijî hemwelatiyên kurd derxist

14:01 - 29 Çirriya pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Nûnerê Weliyê Feqîh yê bajarê Urmiyê bûyera azara cînsî a li ser dersxwaneka Kurd û nerazîbûnên piştî vê bûyerê bi fitne dide zanîn.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa Kurdpa, Se`îd Mehdî Qoreyşî nûnerê Weliyê Feqîh yê bajarê Urmiyê, di gotinên xwe yên roja Înê 5`ê Xezelwera 1396`an de, nerazîbûna hemwelatiyên Kurd li hember azara cînsî a li ser keçeke temen 12 salî ji aliyê xizmetkarê xwandingeha “Rahê Şoheda” de nebaş da zanîn.

Navbirî bas ji vê yekê kiriye ku: Ev bûyerane cihê baweriyê nînin, û dibe ku berpirs bi awayekî tund li dijî vê yekê ravestin, lê belê nabe ku hinke kes jî jê mifaha şaş wergirin, kesê tawanbar dibe ku radestî dadweriyê bê kirin, ne ku bi sedema vê kiryarê tirombîlan agir berdnê, û canê xelkê bixin metrsiyê de, û ew yek nayê qebûlkirin.

Nûnerê Weliyê Feqîh tekez kiriye ku: Hekî destdirêjî li ser namûsa Turk, Kurd, Şî`e û Sunî hate kirin, nabe xelk dakevine kolanan, û tirombîl û xwendingehan agir berdinê, ev kesên ku wan aloziyan dirust dikin mehkûm in.

Di roja Duşemî 1`ê Xezelwera 1396`an de, piştî azardana keçeka kêm temen ji aliyê xizmetkarê xwendingê yê Turk ve, hemwelatiyên bajarokê Îslamava a girêdayî bajarê Urmiyê, piştî bihîstina vê kiriyara qirêj, xwendingeh û avahiya wî xizmetkarê Turk û heta binkeyeke besîcan di vê pêwendiyê de agir berdanê.

Di vê pêwendiyê de, hêzên Îtila`atê di heyama du rojên derbazbûyî de, êrîş kirine ser malên hejmarek ji hemwelatiyên akincî ên bajarokê Îslamava, û ev binçav kirine.

Di rojên derbazbûyî de, hêzên Îtila`atê, gef li malbata wê keça 12 salî ku destdirêjî lê hatibû kirin xweribûn, ku hekî ew di vê pêwendiyê de, digel medyayan gotûbêjê bikin, ewê bêne dadgehîkirin.