Nûnerê Seqiz Û Bane: Piştî Cîbicîbûna Bi Armanckierina Terha Yaraneyan, Helmasîn Ji Sedî 30 Zêde Bûye

12:37 - 16 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Nûnerê Xelkê bakarê Seqiz û Bane li Mecîsa Şêvra Îslamî de Fexredîn Heyderî, ragihand ku %30 helmasîna aboriya welatê Îranê li encama siyaseta şaş ya bi armankirina yaraneyan de ye.

Malpera Aftab li ser zimanê Heyderî ragihand “Ew zext û givaşên aborî ên welatên derve bandor xistiye ser aboriya wela û ber bi kizbûnê ve biriye.”

Heyderî herwiha yek ji sedemên din ên xirbbûna rewşa aboriyê, vegerande ser cîbicîkirina terha hedefmendkirina yaraneyan.

Navbirî li ser vê bawerê ye ku herdem yasayek bi neşarezayî û ne tewawî rêve here, eva aboriya welat dê ber bi jinavçûne here.

Ligor gotina Heyderî ew serjimêriya ji aliyê Banaka Navendî ya Îranê derbarê helmasîna aborî belav bûye ligel ew serjimêriya Banka Cîhanî û Sindoqa Navnetî ya Pere di vê derbarê de cude ye.
Banka Cîhanî rêjeya helmasîna aborî li Îranê de %19 ragihandiye, li halekê de ku Sindoqa Navnetî ya Pere ev yek %25 ragihandiye.