Nuênerê Xamineyî gefa ji çelengê ferhngî li bajarê Pawê dike

15:34 - 18 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:Mela Qadir Qadirî nuênerê Xamineyî”Welîyê Feqî” û pêşniwêjê bajarê Pawê, gefan ji çelengên Ferhengî û Wêjeyî ên wî bajarî dike.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa,roja Sêşem berwar 26’ê Befranbar Mela Qadir Qadirî nuênerê Xamineyî li rê û resma serxweşiya “Mam Elî Rehmanî” kesyatîê naskirî ê herêma Hewramanê, bê rêziyê bi mesaja hejmarek ji çelengên Ferhengî û Wêjeyî ên bajarê Pawe kir.
Şahidekî boyerê bi Ajansa Kurdpa ragehand: Îmamê Înê ê bajarê Pawê li çaxê çûn bo rê û resma sersaxiyê a kesayetiyê naskirî “Mam Elî Rehmanî”, bê rêziyê bi nivîsek Kurdî ku nivîsîbûn “ komek ji çelengên Ferhengî û Wêjeyî ên bajarê Pawe ku peyvek bo sersaxiyê nivîsîbûn”bi qeşmerî û dijî Olê Îslamê wesif kiriye.

Çavkaniyê got ku Mela Qadir Qadirî piştî bê rêzî kirin bê nivîsa han, gef ji nivîskarên nivîsa han xwerine û gotiye divê hûn bikevine ber lêpirsînê û kar û xebata ve bihê asteng kirin.

Şahidê boyerê îşare bi vê yekê kir,ew karê Îmamê rojên Înê li ger nerazî bûna pişikdarên rê û resma han ber bi rû bû û di heman çaxî de Mela Qadir gef j wan çelengan xwarin û gotiye dive hûn bihên berdem dadgehê û bersivê bidin û di heman çaxî de li cihê serxweşiyê çûye.
Piştî çûna Mela Qadir du kes ji endamên Navenda Ferhengî û Wêjeyî a bajarê Pawê çûne pişt tirîbûnê û ragehandin, ku em li dijî pîroziyên wilatiyan propagenda nakin,bigire em xwe bi pişkek ji hev hizir û rêvîngê pîroziyên xelkê dizanin.

Çelengên Ferhengî û Wêjeyî ên bajarê Pawê li ser vê baweriyê ne ku Mela Qadir ku di heyamê 30’salên derbas bûyî de rêgiriyê ji çalakî û damezirandina navendên Ferhengî û Wêjeyî dike.