nûciwanekî nerazî li bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da

18:14 - 6 Çirriya pêşîn 2022

Roja Çarşemî 13`ê Rezberê, nûciwanekî Kurd ê bi navê “Nîma Şefeqdost” yê temen 16 salî û kurê Bêhroz û xelkê gundê “Zindeşt” yê ser bi bajarê Selmasê û rûniştiyê taxa “Kuştargah” a ser bi bajarê Urmiyê di meşa kombûnên nerizayetiyê yên bajarê Urmiyê ku bi sedema teqeyê bi awayekî dijwar hatibû birîndarkirin, di yek ji girtîgehên ewlehî yên rejîma Îranê de canê xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyek agehdar, ew nûciwanê Kurd li meşa xwenîşandanên “Kuştargah” a bajarê Urmiyê bi sedema teqeya hêzên ewlehî bi awayekî dijwar hatibû birîndarkirin û ji tirsa binçavkirinê li çûna bo nexweşxaneyê bona tedawiya pizîşkî xwe parastibû.

Herwisa wê çavkaniyê da zanîn: “Hêzên ewlehî ew nûciwan ku di binerda mala xwe de li bin tedawiya pizîşkî de bû, hatibû binçavkirin û navbirî piştre bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastin.

Wê çavkaniyê herwisa da zanîn ku roja Çarşemî 13ê Rezberê, hêzên ewlehî piştî çend roj ji binçavkirina Nîma, termê wî radestê malbata navbirî kirine.

Di dawiyê de wê çavkaniya agehdar got: Hêzên ewlehî gef ji malbata “Nîma Şefeqdost” xwarine ku ji gotûbêj kirin digel medyayan xwe biparêzin.