Nûciwanekî 16 salî li Merîwanê hate girtin

17:32 - 28 Çirriya pêşîn 2020

Roja Sêşemî 6`ê Xezelwerê, nûciwanekî temen 16 salî yê bi navê “Sîna Nîkpêy” û kurê “Kamran” xelkê gundê “Nê” ê ser bi Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Pêka çavkeniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgên yasayî ew nûciwanê Kurd binçav kirine.

Wê çavkaniyê gotiye, ew nûciwane ji aliyê hêzên ewlehî yên ser bi Spaha Pasdaran ve hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtina wî nûciwanê xelkê bajarê Merîwanê ti zaniyarî ji ber dest nîne.