Nûciwaneka Kurd bû qaremanê bezê

20:02 - 12 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Keçeke Kurd li Merîwana rojhilatê kurdistanê, li spora bezîn a navbera keçên nûciwan ên welatê Îranê, bi ser kevt û medaliyaya zêr qezenc kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Boşra Ramûz-Keça beza a Merîwanî, karî li werzişa bez a 300 metreyî de bigehe xala dawîn û medaliyaya zêr bi dest bixe.

Di vê gera pêşbirkê de, keçên nûciwan ên werzişkar li seranserê Îranê, di bezên 100, 200, 400, 800, hezar û 500, 3 hezar, 100 û 400 metreya bi kosp (mani), bazdan a bi dirêjahî (periş tûl), bazdana 3 gav, bazdana cih da, avîtina wezneyê(pertabê weznê) avêtina dîsk, avêtina tîr û kevan û herwiha avêtina çakûç de, ligel hev reqabet û hevrikî kirin.
\"25918.jpg\"
Boşra Ramûz di pêşbirka bezê de bo yekem
د
Ew kêbirkê 9 û 10`ên nîsanê, jêr navê ‘’Aftabê têhran’’ (Roja Tehranê) bi beşdariya 28 parêzgehên seranserê Îranê, hat lidar xistin.

Pêştir jî Boşra Ramûz li pêşbaziya pehlevanî ya keçên nûciwan li Zencana Îranê, medalyaya boronz bi dest xistibû.