Nûciwanek Li Seqizê Dawî Bi Jiyana Xwe Anî

12:41 - 26 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Nûciwanek temen 15 salî bi navê Hadî Şerîfî, xelkê gundê Pîromeran ya ser bi beşa Mîreda Seqizê, roja 24.12.2011-an xwe daliqandiye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Ajansa Kurdpa li Seqizê, Hadî Şerîfî ji malbatek dest kurt û hejar de jiyan dikir û mijûlê karkeriiyê bû û berdewam bo dabînkirina bijîva jiyana malbatê zext li ser bû.

Li heyamê sê mehên derbazbûyî de bi awayek berdewam dehan mînakên xwekujî û xweşewitandinê li nav serbaz û jinên herêmên Kurdakincî de pêş hatiye.