Nûçegihanekî Kurd hate ceza dan

21:10 - 5 Çirriya paşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Nûçegihanê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê dezgeha Qezayî ya hikûmeta Îranê, bi dana perê nexd hate ceza dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, taya 102 a dadgeha qezayî ya du a bajarê Seqizê, nûçegihanê Kurd yê bi navê “Aras Qorbanîpûr” bi tawan belavkirina nûçeyên nerast di torên civakî de, bi dana 20 milyon Tûmenî , hatiye cezakirin.

Ev nûçegihanê Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, bi belavkirina nivîsan di kanala telegramî a bi navê “Awat Seqiz” de, ya derheqê wergirtina neyasayî a du parçên erdê ji aliyê Elîriza Îsmaî`lî, endamê berê yê şêvra bajarê Seqizê, bi doz vekirina li dijî wî nûçegihanî Kurd rûbirû bûye, û dosyeya wî bi derheq belavkirina nûçeyên nerast di torên civakî de ye.

Aras Qorbanîpûr, di Rezbera îsal de, piştî wergirtina dadnameyê, ji aliyê taya du a dadweriya qezayî a du bajarê Seqizê hatiye agehdar kirin ku, bi cezaya 20 milyon Tûmenî bo birîne.

Ev cezaya bi awayê amade nebûna navbirî di dadgehê de û li gorî xala 18 a yasayê, û cezayên kampûtirî, bo hatiye der dan.

Ev nûçegihanê Kurd, birêveberiya kanala telegiramî a bi navê “Awat Seqiz” bi stûyê bûye, ku nûçeyên bajarê Seqizê belav dikir, û herwisa digel “heftenameya Rojan” jî hevkarî dikir.