Nûbûyeka 3 roje 5’emîn qurbaniyê xemsariya bijîşkî li Merîwanê

13:21 - 24 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi sedema nebûna pêdiviyên bijîşkî û xemsariya personelên dermanî ên nexweşxaneya Merîwanê, zarokeka 3 roje li gel mirineke nexwestî rûbirû bû.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, jin û mêrdekî Merîwanî , piştî 19 sal jiyana hevpar, bi şêwaza peywendiya nexwezayî a sêks (liqah mesnuiî), bibûn xwedî zarok lê nûbûya 3 roje ya wan di nexweşxaneyeke Sine de jiyana xwe ji dest da.

Zaroka han dema jidayîk bûnê 3.5 kîlogram giranî hebûye û bi gotina bavê wê bi sedema şiştina mêdeya nûbûyê, ew mirina diltezîn pêkhatiye ku xemgîniyeke bêpayan ser piskolojiya wan du hevjîna çêdike.

Bavê zaroka jinav çûyî bi nûçegihaniya Tesnîm re got ku bi bilav kirina wê nûçeyê hêvîdar im pêşî ji bûyerên nexweş ên wek wê bên girtin.

Wefa Şekîba kû piştî 19 salan bibbû xwedî zarok, bi wî awayî qala wê bûyerê dike:”Piştî wê ku ew zaroke ji dayîk dibe, bijîşk wê dibin odeye emelyatê û mîdeya wî dişon”.

\"23279.jpg\"
Wefa Şekîba
Wefa di dirêjeya axaftina xwe de îşare dike ku bijîşkan ragihandiye: Zarok divê bo tedawî kirinê bi nexweşxaneya Sine bê veguhastin lê bi sedema nebûna textên vale di nexweşxaneyê de, zarok neşandin da ku saet bo12 ê şev, wê demê biryar gêrtin bişînin ku di navbera Sine û Merîwanê 3 demjmêran em dereneng ketin, eva di demekê de bû ku bi sedema xemsariya karmendên nexweşxaneyê, di wan 3 saetan de sonde(xortim) ji devê zarokê derdikeve û ew nûbûyî şiyana nefes kişandindina xwe ji dest dide.

Kar nekirina dezgeha Palis(nîşandera oksîjêna xwînê) bi sedema nebûna batariyê, sebebeke din ya mirina wê zarokê tê hesibandin.

Mirina wê nûbûyê bû sebeb daku girûpa çandî –civakî a çavdêrya giştiya parêzgeha Kurdistan(Sine)ê, pêdeçûnê bike, eva di demekê de ye ku wefa Şekîba di salekî de nêzî 10 milyon tomen bo tedawî kirina zorok û dayîka wê mezixandiye.

Di sala borî de eva 5’emîn şaşî û xemsariya pizîşkî li nexweşxaneya Merîwanê de ye ku kuştina welatiyên Kurd bi pey xwe hiştiye.

Sinur Dijhînet 13 salî, Yenar kiyanî (9), Emced Emcedî (40), “F.M”42 salî, ji qurbaniyên xemsariya personêla nexweşxaneya Merîwanê, di sala bihorî de ne.

Pêştir ragihandinên hikûmeta Îranê rewşa navendên dermanî ên Merîwan Û Serwabadê li Parêzgeha Kurdistan(Sine) ê xirab wesifandibû û qala nebûna pêdiviyên bijîşkî û leş saxiyê di nexweşxaneyên wam bajaran de kiribû.

Li gorî raportên nîv fermî, zêdeyî %50 ji doseyên derheq gilî û gazincên pizîşkî li komîsiyona Bijîşka Yasayî de, bi sedema nebûna delîlekî bo sabit kirinê ji aliyê rexnegir(şakî) ve, dose hatiye girêdan lê sedî 50 ê din ên doseyan bi sedema xemsariya pizîşkan, nebûna tecrûbeyê, zanista kêm û xemsaryê, tawanbarkirina wan misoger dike.