Nûbihar: Em Hikumetê Dawet Dikin Ku Heqareta Kurdiyê Neke

14:33 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2012
kurdpa: Kovar û Weşanxaneya Nûbihar li ser gotinên Cîgirê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ku gotibû, ‘zimanê Kurdî ne zimanê şaristanîyê ye’ nerazîbûn nîşan da bi daxuyanîyeke nivîskî hikumeta Tirkiyeyê dawet kir ku li hember perwerdehiya Kurdî astengan rake, dev ji heqaretên xwe berde û bi edaletê hereket bike…

Ji bo Çapemenî û Raya Giştî;

Em wekî heqaret dibînin ku Cîgirê Serokwezîr Bulent Arınç li hember Perwerdehiya Kurdî derkeve û bêje Zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye.

Kurd xwe li Rojhilata Navîn yek ji xelkê herî kevnar e û bi nifûsa milletê çarem e.

Di jiyana civakî de yek ji mafên bingehîn heqê bikaranîna zimanê dayikî ye.

Qedexekirina zimanekî, hem însanî nîne hem jî ne li gor dînê Îslamê ye ku Bulent Arınç bi kiryar, wî insaniyet û islamiyetê red dike.

Kurdiya ku di malbata Hind-Ewrûpayê de cih digre biqasî ku tu kes texmîn nake dewlemend e.

Ew kesên ku di vî welatî de dijin û li ser Kurdan ji bilî îdîayên resmî tişteke din nizanin nikarin agahiyeke rast bidin û ew agahiyên bidin jî ji tiştekî baş re xizmetê nakin.

Ji sala 1992yan virde heta niha me wekî kovar û weşanxana Nûbiharê bi zimanê Kurdî bi hezaran cild weşan kiriye.

Em hikûmetê dawet dikin ku li hember perwerdehiya Kurdî astengan rake, dev ji heqaretên xwe berde û bi edaletê hereket bike.

Kovar û Weşanxana Nûbiharê