Norwêj dixwaze çalakvanekî siyasî ê Kurd deportî Îranê bike

12:53 - 17 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Kampaniya Berevanîkirin ji mafê çalakvanekî siyasî ê Kurd, li Norvêçê hat lidarxistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Hemîd Ebdulîpûr temen 40 salî û xelkê bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, bi sedema çalakiyên siyasî koçberî Ewropa bûye, lê niha ligel tahlûkeya deportkirinê ji aliyê welatê Norwêj bo Îranê re rû bi rû bûye.

Hemîd Ebdulîpûr 6 sal bû ku daxwaza mafê penaberiyê kiribû lê Dewleta Norwêjê ev yek nepejirand û niha jî dixwaze wî ber bi Îranê ve birê bike.

\"24809.jpg\"
Hemîd Ebdulîpûr bi sedema çalakiyên siyasî koçberî Norwêjê bûye
Bi gotina xûşka wî çalakvanê siyasî ê kurd, derxistina Hemîd bo Îranê di demekê de ye ku belgeya hukmê deportê li Tehranê radestî balyozxaneya Norwêjê hatiye kirin ku rexma fermî bûna belgenameyê liser (endambûna fermî a navborî wek; kesekî siyasî ê dijberî hikûmeta Îslamiya Îranê), polîsê welatê Ewropayî ê navborî hukmê derxistina wî pejirandiye.

Ew çalakvanê siyasî ê Kurd destpêkê 15 sal ceza lê hatibû birîn lê piştre ji aliyê Dadgeha Bilind a welatê Îranê ve, hukmê wî bo cezayê hepsê ê heta hetayî hat guhertin.

Hevdem ligel îhtimala deportkirina Hemîd Ebdulîpûr ji aliyê polîsê Norvêçê ve, kampaniyayek li tora civakî a“Facbook”ê (bo nehîştîna derxistina wî çalakvanê siyasî ê Kurd li welatê navborî) hatiye avakirin ku hemwelatî û kesên dilsoz ji vê rêyê re dikarin destekê bidin kampaniyayê.