Nogîhayek temen 14 salî bi destê Hêzên ewlehiye îranê hat kuştin

16:26 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Ewlejiye Komara Islamiya Îranê, li herêma Çaldêranê, teqe ji 2 zarokên kurd kirin û bi wê sedemê ve yek ji wan jiyana xwe ji dest da û yekê din jî birîndar ket.

Pêka rapra Nûçegihaniya kurdpa, roja 19’ê pûşperê, 2 nogihayên kurd bi navên “Ce’fer Elem Holî” û “Emîn Elem Holî” li herêma “Awacix”a girêdayî bajarê Çaldêranê ji aliyê Hêzên Ewlehî ve hatın kuştin.

Di wê nûçeyê de hatiye ku Ce’ferê 14 salî hat kuştin û Emîn jî hat birîndar bûn.

Her wisa rewşa emîn jî ne baş hatiye ragihandin.
Li gor zanyariyan, ev kolber, li dema zivirîn ji zozanên Mirgamiyana Araratê li Kurdistana Îranê hatiye kuştin.