Nociwanik li dewera Selmas xwe darda kir

19:56 - 29 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: nociwanik 15 salî, ji xelkê yekik ji gundên dewera Selams, bi rewşa xwe darda kirinê, kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniay Kurdpa; Yeqûb Mihemed Nijad, ji xelkê gundê Gowelen li dewera Selmas, bi hegerik nekivş, kutayî bi jîna xwe anî.
Ev nociwanê 15 salî, xwendewanê asta nawîn bû.

Bêkaî, lawaz bûnên ekonomik, kêm bûna senter û nebûna sistema perwerde kirin li barên zanistîû karî, ev hegerin ku, civakê ber bi nexweşiyên psîkolojîkî pal dide û bi gotina bisporan, dikare bibe sedem bo kes ber bi xwekujiyê han bide.

Bi gotina lêzanan, dewlet û senterên taybet, pêwîste bo kêm kirina jimara xwekujiyan û nexweşiyên psîkolojikiyên li asta bilind, li civaka Îranê de, bêkariyê ji holê rake an bigihîne astik zor nizim û dibêjin bêkarî, zor rewşên diziyê jî bi dû xwe tîne.