NIVÎSKAREK SÛRÎ, LI NAVENDÊN EWLEKARAN HATE KUŞTIN

15:44 - 8 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Nivîskarek navdar ê Sûriyeyê, bi sedema îşkence û li jêr derbeyên Hêzên Esed de Jiyana xwe ji dest da.

Terma “Mihemed Nimir Elmedenî” çend rojan beriya niha ku bi awayek pir giran hatibû şêwandin, radestî malbata wî hatekirin.

Li gor Çalakên Mafên Mirovên Sûriyeyê û her wisa malpera “Alarabiyye” ew Nivîskar zaftir ji 10 Rojan li jêr îşkenceyên Hêzên Ewlehiye Esed bûye ku di encam de Jiyan daye.

Nimir, zêdetir ji 100 Pertûkan nivîsandine.

Mihemed Nimir, Sala 2011’an hate binçavkirin lê piştî heyamekî serbest hateberdan û car din Du Hefte beriay niha hate binçavkirin.