Nivîskarê Kurd Silêman Çîre Wefat Kir

15:59 - 10 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Mamosta Silêman Çîre naskirî bi Hêriş, helbestvan, nivîskar, wergêr û ronamevan û sernivîskarê kovara Gizîng û kesayetiyê naskirî yê Kurd,wefat kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Sêşem berwar 9’ê Nîsana 2013’an Mamosta Silêman Çîre , li temenê 62’saliyê de li nexweşxaneya “Karolînska” li bajarê Sitokholmê wefat kir.

Mamosta Silêman Hêmin nas û Nalî nasek mezin bû ku divarê wêje û çanda Kurdî de xwediyê cihek taybetî bû.

Silêman Çîre li sala 1329’an a rojî li gundê “Hemzeava” ya ser bi bajarê Mihabadê ji dayîk bûye û çend salan li bajarên Merîwan û Şahabadê mamostayê xwendingehan bûye.

navbirî heyamê 10 salan berpirsyarê kovara Ferhengî û Çandî ya “Gizîng”bû û di wî heyamî de 40 hejmar jê bilav kirin.