Nîşandana Şanoya binavê “Mirina Evînê”li bajarê Merîwanê

16:08 - 29 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa:Şanoya “Mirina Evînê”berhema girupa Şanokarên “Ehûra”li derhêneriya “Ezîz Zadser”li bajarê Merîwanê û deverê hat nîşandan.

Şanoya han ku seva roja cîhanî a “Mayîn”hatibû çêkirin,li 22’ê Adarê heya niha dest bi nîşandanê hatiye kirin û heya dawiya meha Golanê dê berdewam be.

nûçegihaniya “Îlna”li ziman Ezîz Zadser derhênerê vê şanoyê bilav kir, Şanoya “Mirina Evînê2pitir ji 70 caran û li 60 cihan û gund û herêmên Merîwanê hatiye nîşandan.

Di Şanoyê de Ezîz Zadser, Mihemed Riza Emînî, Kemîl Husênî wek Ekter dilîzîn û her wiha Jîla Bizûrî û Hiwa Mihemediyan di pişka dabîn kirina Kinc û posteran de alikarî kirine.

Derhênerê Kurd bilav kir ku armanca sereke a vê şanoyê. Bîraanina qurbaniyên buyerên Mayîn an û her wisa haydar kirina welatiyan li metirsiya mayinan û çawaniya jiyan kirin di gel vê belaya weşartî bûye.

Ezîz Zadser di sala 1994’an dest bi karê derhêneriya şanoyê kiriye û di gelek Fistival û Mêhrîcanan de pişikdarî kiriye û çendî xelt wergirtine.

\"12325.jpg\"

\"12324.jpg\"

\"12326.jpg\"

\"12327.jpg\"

\"12328.jpg\"

\"12329.jpg\"

\"12330.jpg\"

\"12332.jpg\"