Nirxa bêkariyê di parêzgehên Rojhilata Kurdistabê de %40 e

16:41 - 5 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: ji ber sedema bêkariyê Kurd di Îranê de, dest bi karê kolberiyê dikin,û di şert û mercên herî dijwar de jiyan dikin.

Li gor nûçeyên ku hatine belavkirin,rêjeya bêkariyê di çar bajarên weke Îlam,Kirmaşan,Sine û Urmiyê de gihiştiye asta herî jor,ango ji ber nebûyîna kar xelkê Kurd mejbûr dimînin ku bo dabînkirina jiyan xwe dest bi kolberiyê bikin, û sînoran derbaz bikin ,lê belê hêzên rejîma Îranê, bi bê lêpirsîn li ser sînoran, wan didin ber gulleyan û jiyana wan jê distînin.

Di wan bajarên navbirî de, %80 ji kargehan û yekîneyên berhemanînê hatine daxitin, û %20 ji wan kargehên ku çalak in, li jêr zexta rewşa xirap ya aborî de ne.

Nirxa bêkariyê jî di van çar parêzgehan de, nêzî %40 e, û di salên 2013 û 2014’an de nirxa vegeşîna aborî di parêzgehên Kurdistana Rojhilat de ji sedî “-12” bû.

Di rastiyê de nebûna sermayeguzariyê di wan çar bajarên Kurdan de bûye sebeb ku pêşeroj xelkê diyar nebe, û çarenûsa vî xelkê belengaz di bin metirsiyê de be.