Nimêjxaneyeke Suneyan li Tehranê hat hilweşandin

21:24 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Xirabkirina nimêjxaneyeke Suneyan li Tehrana paytextê Îranê, berteka saziyên Sune û alimên olî ên wî mezhebî bi pey xwe hişt.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roj çarşemî 29`ê tîrmehê (july) hêzên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê avtin ser mekanê nimêja Suneyan li Tehranê û ew der bi yekcarî hilweşandin.

Wê kiryara hêzên ewlekarî ên Îranê bo xirabkirina nimêjxaneyên suneyan, berteka Molana Ebulhemîd Îsmaîlzihî, alimê olî ê Sune û rêxistinên ser bi wî mesebê bi dû xwe anî.

Ebdulhemîd piştî wî karê narewa ê hêzên ser bi hikûmeta Îranê bi nivîsîna nameyekî ji Xamineî û Rûhanî rêber û serkomarê wî welatî daxwaz kiriye ku bila bi awayekî lezgîn sedemên wê bûyerê bên zelal kirin.

\"28286.jpg\"
Molana Ebdulhemîd:Xirabkirina nimêjxaneya Suneyan li Tehranê hestên bisilmanên cîhanê birîndar kir
Navborî her wiha ew kiryara navendên têkildar ên hikûmeta Îranê bi dûr ji hêviyan zaniye û helwesta xwe li ser malpereke herêmî wiha şirove kiriye: “Di demekê de ku 37 sal bi ser temenê hikûmeta Îslamî ya Îranê re derbas dibin, hîna civaz û muhleta çêkirina mizgeftekî jî li Tehranê bo meseba Sune nehatiye dayîn. Ne tenê ew yek bi têra wî hikûmetê nekiriye, belkî nimêjxaneyên biçûk ên wî bajarî ji kavil dikin ku ew yek hestên hemû misilmanên cîhanê birîndar dike.”

Li aliyê din Ceyşul Edil jî bi derxistina daxuyaniyekî ew kiryara hikûmeta Îslamî ya Îranlê hember mafên Sunî û netewên din ên li wî welatî, şermizar kiriye û ragihandiye:“Ya tenê ku bo rejîma melayan negirîng be, dijmiî û dijayetîkirin ligel mezhebê Sune ên li wî welatî jiyan dikin, de ye.”

Wê rêxistinê bi derxistina daxuyaniyekî , gotiye: “Xirabkirina nimêjxaneya “Pûnek” li Tehranê berdewamiya dijminayetîkirin ligel mesebê Sune di wî welatî de ye.”

\"28285.jpg\"
Ceyşul Edil: Tişta ku bo Meleyan negirîng be dijminîkirin li gel mezhebê Sune û bernameyên wê de ye
Her wiha Ceyşul Edil tevî binavkirina rejîma Îranê wek “faşîst” û “cinayetkar”, diyarkiriye ku ew hikûmet bi awayên cur bi cur dixwaze mezhebê Sune ji holê rake û hegomoniya xwe hakim bike; heya niha bi sedan çalakvanên Sune li wî welatî hatine daliqandin, mizgeft û dibistanên wê menzhebî li seranserê wî welatî hatine hilweşandin yan daxistin, alimên olî teror bûne û hwd.”

Ev 37 sal ji temenê hikûmeta Îslamî ya Îranê derbas dibin lê hîna li Tehranê muhleta duristkirina tu mizgeftekî bi Suneyan nehatiye dayîn, belkî bawermendên sune ji malan wek mizgeft merasimên xwe yên olî birê ve dibin.

Çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku hikûmeta Îslamî ya Îranê bi sazkirina nakokiyan di navbera Sune û Şîiyan de dixwazin şerekî mesebî li deverê bidin afiranifn ku ew yek bi zirara hemû pêkhateyan dê bi dawî bibe.