Nimêjgeha peyrewên Sune ên ola Îslamê li Tehranê qepat bû

13:40 - 18 Kanûna Paşîn 2015
ajansa Kurdpa: Şaredariya bajarê Tehran a paytextê Îranê, nimêjgeha Sune a Tehranê ku bo şêniyên Sune ên wî bajarî wek yekem mekanê lidarxistina merasimên olî dihat hesibandin, da girêdan.

li gorî aporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, memûrên belediye (şaredarî) a taxa Pûnek a Tehrana navenda Îranê, mekanê birêvebirina nimêj û rê û resmên olî ên Sune dan daxistin.

ew kiryarên şaredariya paytext, piştî “Hefteya Wehdet” bi hefteyekî şûnde hat encam dan. Eva di demekê de bû ku heya li Hefteya Yekgirtî (Weldet) jî, polîsê Tehrana mezin nehîşt nimêja Înê li Tehranê bê kirin.

Şahîdek ku dema girêdana nimêjxaneyê li wir bûye, kampaniya çalakvanên Belûç re gotibû: Qepat û daxistina nimêjxaneyê bi destûra karbidestên şaredariya Tehranê, hat cî bi cî kirin.

Herwiha wê çavkaniya nûçeyan destnîşan kiribû: Mewlewî Ubeydullah Mûsazade- pêşnimêjê Cume- ê wê nimêjxaneya daxistî, bêrêzî pê hatibû kirin û telefona destî û medarikên şexsî ên wî hatibûn dest biser kirin.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Îslamiya Îranê heta niha tevî vê yekê ku zêdeyî milyonan Sune li Tehranê dimînin, muhleta çêkirina nimêjxaneyekî jî bi wan re nedaye.

Pêştir ajansa nûçegihaniya Kurdpa li ser wê pirsê hevpeyvînek bi Celîl Behramîniya re pêkanîbû ku têde amaje bi daxwaza Sune yên Tehranê (bo çêkirina mizgeftekî) hatibû kirin.