Nimayêş kirina Şanoya ser kolanan hat qedexe kirin

12:47 - 4 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Li îro paşve û li gor biryara Wezareta Ferheng û Îrşada Îslamiya Îranê,nimayêş kirina şanoya ser kolanan hat qedexe kirin.

Cêhgirê Wezîrê Ferheng û Îrşada Îslamiya Îranê di biryarek nû de birêvebirin û nimayêş kirina Şanoya serkolanan qedexe ragehand.

biryra han di demekê deye ku şanoya serşeqam li meha Çileya Pêşîn a 2009’an heya niha li 24 parêzgehên Îranê de 367 şanoyên taybet bi kolanan birêveçûne.

nûçegihaniya faris bilav kir, ku li gor biryara han nîşanda her şanoyekê li ser kolanan tenê demkê dibe kû li heyamê nêzîkbûn li rêûresmên hikûmetî de.

Di heyamê çend salên bihurî de 8 festîvalê li Îranê de bi navê “Şehrvend”(Hawelatî) birêve diçûn ku şanoya ser kolanan a Seqiz û Merîwanê ji girîngtrînê wanin.

heta niha 7 devrên festival navdewletî a şanoya ser kolanan s Merîwanê birêveçûne û her seva vê yekê Merîwan bi payetexta şanoya ser kolanan tê naskirin.

festival şanoya serşeqam a Merîwanê,şanoya navdewletî a Seqizê,şanoya Qurwê wek diyar tiring çalakiyên çandî û hunerî şanokarên parêzgeha Kurdistanê dihên hejimartin.