Nifûsa Azerbaycana Rojava 2 Milyon Û 940 Hezar Kes E

12:18 - 28 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Pêka serjimêriya herî dawî ku li Azerbaycana Rojava hatiye kirin, nifûsa vî parêzgeha 2 milyûn û 940 hezar kes hat ragihandin.

Xulamreza Dîzecnejad, cîgirê bernamerêjiya Parêzgeha Azerbaycana Rojava ragihand ji vê nifûsa heyî 504 hezar û 523 malbat li nav bajar de jiyan dikin û li gundan jî 278 hezar û 288 malbat tê de jiyan dikin.

Nûçegihaniya Mêhr li ser zimanê Dîzecnijad ve belav kir li gor serjimêriya sala 2006-an nifûsa vê parêzgehê 2 milyon û 450 hezar kes bûye.

Navbirî herwiha ragihand li gor serjimêriya sala 2001-2006a-an ji sedî 85 e regeza nêr û 71 ji sedî jî regeza mê ya parêzgeha Azerbaycana Rojava xwendewar bûn.