Nêzî hezar Pêşmergeyan li şerê hember DAÎŞ’ê hatine şehîd kirin

13:34 - 5 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Amara şehîd û birîdarên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li destpêka şerê qaşo DAÎŞ’ê heya roja îro hat eşkere kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji destpêka êrîşa DAÎŞ’ê bi ser xaka Kurdistanê heya (4/1/2015) an, 4596 pêşmerge bi sedema teqîna mayîn û alavaên şer birîndar bûne.

Cîgirî wezareta Pêşmerge- Cebar Yawer di civîneke rojnamevanî de ew serjimêrî eşkere kir.

Di wê civînê de herwiha Cebar Yawe, hejmara şehîdan jî 999 kes ragihand ku li heyamê nêzî 8 mehan li şerê dijî DAÎŞ’ê jiyana xwe ji dest dane. Navborî hejmara dîl û winda bûyan neda zelal kirin.

\"24555.jpg\"
Cebar Yawe: Heya niha 999 pêşmergeyan li şerê hember DAÎŞ’ê şehîd ketine
Berdevke wezareta pêşmerge li Hewlêrê, hember girteyên bêserûber ên serbirîna DAÎŞ ku ji aliyê pêşmerge û hêzên kurdî ve tên belav kirin, bertek nîşan da û got: Kiryarên welo li kesayetiya hêzên Kurdî de cih nagre. Bêrêzî kirin bi kerameta însan, tenê bi DAÎŞ’ê re elaqedar dibe û di çarçoveya mirovayetiyê de nîne.

Li ser vegerîna pêşmergeyan ji Kobanê jî, Cebar Yaver berdsiva rojnamevanan da û got: Ew hêz bi destûra serokê Herêma Kurdistanê- Mesûd Barzanî çûne û bi fermana wî jî ê bizivirin.