Newsûd/Li encama teqeya ji Kasibkarên Kurd,şer û pevçûn çêbûn

14:00 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Drebasbûn li sînor ji aliyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê û teqekirin li kolber û kasibkarên Kurd û kuştina hespên wan, girjî û alozî çêkir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Şeva Çarşem berwar 24’ê Tîrmeh, hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê bi derbaskirina sînoran li herêm Newsûdê bo aliyê xaka herêma Kurdistanê,li herêma Deretifê û teqe kirin li kasibkarên Kurd,şer û pevçûn çêbû.

Çavkaniyek haydar jibilî piştrastkirina vê nûçeyê bilav kir, li encama teqeya hêzên dewleta Îranê de çendîn ser ji hespên kasibkarên Kurd hatine kuştin.

Çavkaniyê ragehand: Teqe û destrêjiya hêzên Întizamiyên dewleta Îranê li kasibkarên Kurd bûye cihê nerazîbûna gelê herêmê û li encam de dinavbera hêzên dewletê û xelkê de şer û pevçûn çêbûn.

Seva nebûna bingehek abûrî û nebûna pîlan û pirojeyên abûrî li Kurdistanê, welatiyên Kurd bineçarî jibo peyda kirina risqê malabatên xwe li ser sînoran karê kolberiyê dikin û zor car ji aliyê hêzên dewleta Îran û Turkiyê tên kuştin.