“Newroza Kesk” Li Merîwan û Serwava+Wêne

14:54 - 19 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Bi pêşwazî kirin ji Newroza dîrokî, li dehan gundên Merîwan û Serwavaya rojhilatê kurdistanê, çalakiyên paqijkirina xwezayê hat in lidarxistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çarşemî 18’Adar a 2015’an, hezkiryên xweza û ekolojî, bi alîkariya Encûmena Kesk a Çiya li Merîwanê, bi awayekî sembolîk û gotina diroşma “cejna me siruşta me ye” li derdorên Merîwan û Serwava xweza ji ziblan paqij kirin.

Ew merasîm ev du saln in birê ve diçe û çalakvanên jîngeh parêz û hemwelatî, xwezaya Kurdistanê ji ziblan diparêzin û paqij xwedî dikin.

Encûmena Kesk a Çiya li ser vê pirsê destnîşan kir: Li çav kirîz û qyranên qirêj kirina xwezayê li cîhanê û Kurdistanê, em daxwaz ji gundiyan dikin bi xawin û paqij xwedîkirina siruştê, pêşwazî ji Newerozê bikin û wê cejna neteweyî bilind binirxîn in.

Gundên Bîlo, Pîle, Xaw, Hesenavale, Balik, Nijmar, Sirnijmar, Kilkecan, Îskol, Siyanav, Reşedî, Deruran, Lincava, Nêt, Savcî û Nicî ên Ser bi Merîwanê, ji wan mekanan e ku rêûresma paqijkirna jîngehê (bi bûnetaya Newrozê) li wir bi rê ve çû.

Her wiha li gundê Dêl ê ser bi Serwava, bi alîkariya Encûmena Kesk a Çiya, merasîma xawinkirina jîngehê hat lidarxistin.
Tê gotin, merasîma“Newroza kesk” li gundên navborî, ji aliyê zarok, jin û mêrdan ve, bi pêşwaziyeke germ re rûbirû bû.

Pirsa parastina xweza (jîngehparêzî) li Kurdistanê wek çandeke giştî bi cih bûye; ew çand di demên pêşiya me de, bi dest kêşan ji nêçîrê, şikandina qefesan, berdana firendeyan û paqijkirna mekanên giştî li Kurdstanê, dê pêşwazî jê bê kirin.

\"25504.jpg\"

\"25497.jpg\"

\"25496.jpg\"

\"25495.jpg\"

\"25498.jpg\"

\"25499.jpg\"

\"25501.jpg\"

\"25502.jpg\"