Newroz bi agir pêxistinas ala DAÎŞ li Kurdistanê+Wêne

14:38 - 23 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Newroza evsal jî li rojhilatê kurdistanê, tevî pêşîgirtina hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, bi coşeke mezin birêve çû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li bajarên rojhilatê kurdistanê newroz bi pêkhateya ciwanan û nifşên cihê li hev yên civakê, bi rêve çû û bi agir berdana ala rêxistina DAÎŞ, pêşwazî ji wê roja dîrokî hat kirin.

Li gundê Nêy ê ser bi Merîwana rojhilatê Kurdistanê, sirûda neteweyî a “Ey Reqîb” hat xwendin û wêneyên rêberên kurd (yên ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatinî terorkirin) hatin bilind kirin.

\"25564.jpg\"
Newroz li gundê Nêy ê Merîwanê bi bilindkirina wêneyên rêberekî Kurd di destên zarokan de
Di wêne û belavokên ku li ser torên civakî hatinî weşandin de, wêneyên rêberên Kurd jî hatin dîtin.

Newroza evsal a gundê Nêy di dîroka rojhilatê Kurdistanê, nemaze serdemê Xumênî û meleyan de, bê mînak hat wesifandin. Çalakvanên sivîl û siyasî tevî bilind nirxandina Newroza Nêy a ser bi Merîwanê, hêvîdar in ku ew roj bo gund û bajarên din yên rojhilatê Kurstanê jî wek bakûrê Kurdistanê û berxwedana mezlûm û kemalan bibe sembola berxwedanê.
\"25563.jpg\"
Agir pêxistina ala DAÎŞ bo cara yekem li rojhilatê Kurdistanê
Herçend beriya wê ku merasîmên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê birêve herin, karbidestên hikûmeta Îranê bi dengoyên ku şerê DAÎŞ li Başûr û rojava heye, nabe Newroz bê pîroz kirin. Lê berevajî vê yekê, gelê Kurd ew yek biryareke siyasî destnîşan kir û cejna dîrokî a Newroza elqadar bi wan bûyeran nehesiband.

Rexma vê ku 3 pêşmergeyên dîl girtî ên başûrê Kurdistan, bi awayekî hov û di demeke hestiyar (roja yekem a Newrozê) ji aliyê DAÎŞ ve hatibûn şehîd kirin, lê merasîma Nerwrzê li Kurdistanê hat lidar xistin da ew plana qirêj a DAÎŞ û dijminên kurdan wala bê derxistin.

Ji aliyekî din ve, li Serdeşrta rojhilatê Kurdistanê, şêniyên gundê “Qelereş”bi nivîsîneke bi Agir, peyva “Kurd” li cihekî bilind ser zinar dan xuyandin.

Gor peyamnêrên Kurdpa, ew nivîsîna peyva“Kurd” a bi agir, bi kîlometran ji dûr ve dihat dîtin.

Di demekê de ku hêzên hikûmeta Îslamiya Îranê atmosfereke ewlekarî û siyasî bi ser Kurdistanê de hatkim kirbûn, pêxistina agir li tevahiya deverên rojhialtê Kurdistanê birêve çû û Nerwozê hat pîrozkirin.