Neroniya sernivîsa xebatkarik çandî ji Kurdên Xurasan

18:54 - 2 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: yekik ji xebatkarên çandî ji xelkê Kurdê parêzgeha Xurasan(Xurestan) paşî zêdetir ji 3 heyv ji girtinê, heya niha sernivîsa wî nerone.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, “ Mehdî Ceifrzade” kurê Ceifer ji xelkê şarê Dergez li parêzgeha Xurasan, heftiyik paşî hindê li 18ê Cozerdana îsal bi danîna barmita 200,000,000 tûmenî bi rewşa demî berdabûn, ser li nû ji aliyê hêzên asayişê hat girtinê.

Heya niha bi dû çona binemala Ceiferzade jiber sernivîsa kurê xwe, hêzên ewlehiyê çi zaniyariyik pê neragihandine.

Mehdî Ceiferzade 30 salî û rûniştiyê şarê Dergez, li 18ê Xakelêwa îsal ji aliyê hêzên ewlehiya hukûmeta islamiya Îranê hate girtin û midê 60 rojan li oda teke kesiyên dezgeha ewlehiya Meşhedê de hate ragirtinê.

Hêzên ewlehiyê ev xebatkarê çandî li sedem xebitîn li tora civakiya Face Book û her wisa hevaltî tev xebatkarên Kurd li parêzgehên Kurdistaniyên( Kurd rûniştiyên) rojavaya Îranê hatibû girtin.