Neroniya çarenûsa 2 girtiyên siyasiyên Kurd

21:10 - 9 Îlon 2013
Ajansa Kurdp: 2 girtiyê Kurd paşî borîna nêzî 1 heyv, çarenûsa wan heya niha her bi neronî maye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, ji çarenûsa welatiyik Kurd ji xelkê şarê Selmas, bi navê “ Hisên Elîzade” 28 salî ku ji despêka heyva borî de ji aliyê hêzên ewlehiya vî şarî hatibû girtin, çi agadariyik ber dest çinine.

Binemala wî welatiyê Kurd bi hind bi dû çon û serdana bi dom bi senterên asayişa şarê Selmas, ji aliyê hêzên asayişê çi bersivik bi wan nedane.

Tê gotin ku hêzên asayişa şarê Selmas, tometa wî girtiyê Kurd” Emnîyetî” ragihandine û ev jî bûye sedema nigeraniya binemala navbirî.
Ji aliyik din çarenûsa “ Namiq Mehmûdî” Kurde girtiyê ji xelkê şarê Seqiz ku 18 heyv pêş niha jia liyê hêzên ewlehiya şarê Seqiz hatibû girtin, heya niha nerone.

Ew welatiyê Kurd ku li girtîgeha Recayî Şehrê Kerec de hatibû ragirtin, 24 roj pêş niha ji aliyê hêzên ewlehiyê bi amanca lêkolîn bi dezgeha ewlehiya şarê Sinê hatibû raguhastin û heya niha çi agadariyik ji çarenûsa navbirî ber dest de çinine.

Namiq Mehmûdî bi temenê 62 salî, li kutayiya sala borî de ji aliyê dadewerê giştiyê Tehranê bi tometa ragirtina çek û tiştên teqînê bi “ Moharib” hat binav kirinê.

Her wisa li despêka heyva Gelawêja îsal de binemala vî girtiyê Kurd ji gundê “ Îranşa”a dewera “ Tileko”a ser bi şarê Seqiz. Ji aliyê ajanên dezgeha ewlehiya vî şarî bi wan bêrêzî û sivikatî hatibû kirin.