Nerizayetiya bikarhênerê torên civakî bi sedema sepandina cezayê îdamkirina jîngehvanek Kirmaşanî

17:08 - 19 Kanûna Paşîn 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, piştî piştrastkirina cezayê îdamkirinê bi ser jîngehvanek xelkê bajarê Kirmaşanê yê bi navê “Birûmend Necefî” ji aliyê Dîwana Bilind a welat, ew cezaye nerizayetiya hejmarek ji bikarhênerên Twîtir û werzişvanan li pey xwe aniye.

Bikarhênerên torên civakî bi rêkxistina heştega “çavên canjiberên jîngeha welatê me, nîgeranê jîngehvanê Kirmaşanî ye”; dijayetiya xwe li derheq îdamkirina wî jîngehvanê nîşan dane.

“Elî Dayî” rahênerê fotbalê li ser storiya Înîstagrama xwe, bi bilavkirina wêneya wî jîngehvanê Kirmaşanî, nerizayetiya xwe lei derheq wê cezayê nîşan da.

Herwisa lîstikvanê Kurd ê bi navê “Vuriya Xefûrî”, li ser Tiwîtira xwe, ew heştege nivîsiye “na bo îdamkirina Birûmend Necefî”.

Rêkevta 14ê Gelawêja sala 1399an, li encama pevçûna 4 nêçîrvanên neyasayî digel jîngehvanan li devera Bêstûna bajarê Kirmaşanê, yek ji wan nêçîrvanan hate birîndarkirin û piştire canê xwe ji dest dabû.

Heftiya derbasbûyî cezayê îdamkirina “Birûmend Necefî” ji aliyê Dîwana Bilind a welat ve hatibû piştrastkirin.