Neraziyên hotel Tara ya Mehabadê bi 12 sal girtinê hatin mehkûmkirin

16:06 - 9 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Dezgeha dad ya Îranê ji bo 12 hemwelatiyên kurd ên xelkê Serdeştê, hukmê 12 sal girtinê diyar kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya Kurdpa, 12 hevwelatiyên nerazî ên xelkê bajarê Serdeşt a Rojhilata Kurdistanê ku hevsoziya xwe ji bo goriyên bûyera hotel Tara ya Mehabadê nîşan dabûn, bi hukmê girtin û herweha dana pere ji aliyê dezgeha dad ya Îranê ve hatin mehkûmkirin.

Dadgeha tawanên bajarê Serdeştê hukmê salek zîndanê û dana 16 milyon û 210 hezar tûmen bo her yek ji wan neraziyan birî.
Hukmê han pêwendî bi kombûna nerazîbûnê ya hevwelatiyên bajarê Serdeştê ji piştewanîkirina goriyên bûyera hotel Tara ya bajarê Mehabadê de ye.

Ajansa nûçegihaniya Mokiriyan bi weşandina vê nûçeyê, nasnameya wan 12 kesan jî eşkere kir ku pêk hatine ji: Serdar Îsmaîlî, Ramîn Hesenzade, Sefa Hesenpûr, Sihêla Zibêrî, Hêmin Cenetyar, Samrend Ehmedzade, Amanc Şêxepûr, Saman Milkarî, Husên Perîaqayî, Mihemed Qadiriyan, Kamil Resûlpûr û Ferhad Şêxanî.

Piştî mirina bi guman ya Ferînaz Xusrewanî li hotel Tara ya Mehabadê de li Di 11’ê Banemera 1394’ande xelkî wî bajarî bi nîşaneya nerazîbûnê daketin ser şeqaman û piştre alozî çêbûn û bi wê sedemê ve, hejmarek zêde ji xelkê hatin girtin û hevwelatiyek jî jiyana xwe ji dest da.