NERAZÎTIYA ROJNAMENIVÎSÊN AZERBAYCANÊ LI BER DERIYÊ BALYOZXANEYA ÎRAN LI WÊ WELATÊ

22:19 - 6 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Hijmarek ji çalakên Sivîl û nivîskar û rojnamenivîsan li Welatê Azerbaycanê bi henceta nerazîtî ji binçavkirina 2 Helbestvanên Tewrêzê li hermber Balyozgeha Îranê derketin.

Hilkefta 6’ê Tebaxê, hin ji Nivîskarên Azerî li Azerbaycanê bi duruşma “Divê Îran Helbestvanên Azerî Serbest Bike” derketin xwenîşandanê.

Hêzên Ewlehiye Komara Islamiya Îranê di heyva Nîsanê de Şerhryar Hacîzade û Ferîd Husên Of Ên Nivîskare welatê Azerbaycanê li Meraxe dest biserkirin.

Ev du Helbestvan ku bi sedema beşdarî di Civînên Helbestan de hatibûn Îranê, bi Tawana Sîxuriyê bo Azerbaycanê hatine binçavkirin.

Wezîrê Derveyê Azerbaycanê ev tometan bê kok dide kifşê.

Piştî 2 caran Şandina nameyê ji aliyê Komara Azerbaycanê ve bo Îranê, hêj ev du Welatî di Girtîgehê de ne.