Nerazîbûnên “Civata Jîngehparêziya Welat” ragirtina têkbirina “parka Qulle” a Bokanê li pey xwe hebû

16:59 - 28 Gulan 2017
Ajansa Kurdpa: Piştî meşa nerazîbûnê ya “Civata Jîngehparêziya Welat” a Bokanê serdozgeriya vê şaristanê biryara ragirtina xirakirina “parka Qulle” ya Bokanê derkir.

Li ser bingeha rapora ku gihaye Ajansa Kurdpayê, “Civata Jîngehparêziya Welat” daxuyaniyek li jêr navê “Di dawiyê de nerazîbûna “Civata Jîngehparêziya Welat” a Bokanê encam da”, li derheq ragirtina xirabkirin û têkdana “parka Qulle”ji bo raya giştî belav kir.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Di mesela êrîş û têkdana darên parkê, ew jî bi awayekî ne yasayî û xweser ji aliyê tora Tendurustiya Bokanê, ku bi bêy îzna şaredariyê bû, em wekî “Civata Jîngehparêziya Welat” ketin nav vê meselê de, û me dest bi gotûbêjan û nivîsîna nameyan bo şaredariyê kir, lê bersiva me nedan”.

Di doma vê daxuyaniyê de hatiye: “Piştre me dîsan hişarî da, ku hekî şaredarî bersiv nede, û berdewam bin li ser têkdana parka Qulle, em gilî û gazindeyên xwe bibin cem serdozgeriyê,lê dîsan jî bersiva me erênî nebû, û di dawiyê de me gilînameya xwe bire cem serdozgeriyê, û li wir me biryara ragirtina têkdan û xirabkirina parka Qulleya Bokanê wergirt”.

Di dawiya daxuyaniyê de bas ji vê hatiye kirin, ku hemû ew kar û kiryarên neyasayî, renge ji bo dana deynên dehan milyardî ên şaredariyê û ji bo bidetsxistina perê hewce bo xerc û mesrefên şaredariyê bûye, lê têkdana şînkatiya bajarê Bokanê nahê qebûlkirin.