Nerazîbûna xwendekaran ji ber gazîkirinên berfireh ên neyasayî

21:43 - 12 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: 12 rêxstinên pîşeyî yên xwendekarî di Îranê de, di beyanameyekê de derbarê gazîkirina zêdeyî 150 xwendekarî di heyama du mehan de, ji aliyê komîteya înzibatî a zanîngeha Tehranê û zanîngeha “’Îlm û Sen’et” (Zanist û Pîşe) de nerazîbûna xwe anîne ziman.

Di vê beyanamê de ku di roja Pêncşemiyê, 10’ê Subata 2016’an de belav kirine, îşare bi gazîkirina vê dawiyê kirine ku di roja 8’ê Subatê de, 9 xwendekar yên zanîngeha zanistên civakî a Tehranê, ku ji rêya Telefonê ve digel wan pêwendî hatiye girtin û ji bo komîteya Înzibatî hatin gazîkirin.

Herwiha her di vê derbarê de, roja Çarşemiyê 9’ê Subatê 6 kes ji xwendekarên wê zanîngehê bi awayê nivîskî hatine gazîkirin.

Di dirêjahiya vê beyanameyê de hatiye ku, di meha derbazbûyî de, li Zanîngeha Zanist û Pêşe de, 100 kes ji xwendekarên wê zanîngehê bi maneya berçavnegirtina hicabê (xwedapoşînê) ji bo jora komîteya Înzibatî hatibûne gazîkirin.

Herwiha 36 kesên din jî di meha Rêbendanê de ji aliyê komîteya Înzibatî a zanîngeha Zanist û Pêşe hatibûne gazîkirin.

Ev 12 rêxstinên xwendekarî, armanca gazîkirina berfireh a xwendekaran ji bo bêdengkirina wan û alozbûna rewşa zanîngehan vedigerînin.

Piştî du sal hatina serkar a Hesen Rohanî berevajiyê sozên hilbijartina navbirî di derbarê vekirina rewşa siyasî – çandî di welat de, ne tenê ev sozên xwe cî bi cî nekrine, belku zext û givaş bo ser çalakvanên xwendekariyê zêde bûye.