Nerazîbûna xwandekarên Kurd li ber kuştina kolberên Kurd

21:39 - 24 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Xwandekarên Kurd di zanîngeha “Elamê Teba-Tebayî” a bajarê Tehranê li hember kuştina kolberên Kurd di Kurdistana Rojhilat de, nerazîbûna xwe anîne ziman.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Duşemiyê 2`ê Befranbara 1396`an xwandekarên Kurd, yên zanîngeha “Teba-Tebayî” a Tehranê, bi belavkirina postêran di nav xwandekarên wê zanîngehê de, derheqê teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê li kolberên Kurd di sînorên Kurdistanê deê ew kiryara wan mehkûm kirin.

Li gora gotina wan xwandekaran, di heyama 9 mehên derbazbûyî de, 50 kolber û kasbikarên Kurd jiyana xwe ji dest dane, ku 28 kes ji wan rastî teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê hatine, û 32 kesên din jî di dema hilgiritna kelûpelan ji bilindahiya ketine, yan jî rastî reniyê hatine, û herwisa 100 kolberên din jî hatine birîndarkirin, û 53 kes ji wan jî bi teqeya gulleyan û yên din jî tûşî bûyerên din bûne.

Ev xwendekar dibêjin ku: Ji hemû ev tişt û kelûpelên ku kolber û kasibkarên Kurd digel xwe anîne, tenê yek cure barê çek û teqemeniyan, yan jî madeyên sirker nehatiye dîtin, û mafê kolberan jî karê dadperwerane, û aramiya hertimî ye, ne gulle.