Neqdî: Hînkirina xwendekaran bi zanista “Sêkolarîstî”, zûlm e ji civakê û xedr e ji Îslamê

20:31 - 16 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Serokê rêkxistina “Besîc” di kombûnekê de li zanîngeha Tehranê de, mamostayên zanêngehê bi kesên herî dîktator ên cîhanê dan nasîn.

Pasdar Mihemed Riza Neqdî di kombûnekî de li jêr nevê “Derbazbûn ji zanista siyasî ya rojava ve, ber bi zanista siyasî ya Îslamê” ku di kolj a maf û zanistên siyasî yê zanîngeha Tehranê birêve çû, ragehand ku, xwendekar wusa raman dikin ku, her tiştekî bêjin rast e û, eva jî dibe sedema xisar bo civakê û, rêyê bo nifûza rojavayîyan xweş dike.

Navbirî herweha got ku, pirtûkên zanistên mirovî ên rojavayî tu bingeha ezmûnan nîne û eve jî, vê yekê diselimîne ku wa civaka mirovahiyê xapandine.

Navbirî di dirêjiya gotinên xwe de dibêje: “ Rojavayî bi tu awayî rê nadin ku xwendekar gotinan li dijî zanistên mirovî ên wan bikin û bi azadî têza Mastêr a xwe binivîsin. Ev dixwazin hizra rojavayî bi awayekî zordarî bi ser me de bisepînin”.

Navbirî di dawiyê de tekezî li ser vê yekê kir ku, gerek “zanistên siyasî ên Îslamî” wek waneyekî di zanîngehan de bên gotin.

Gotinên navbirî di demekî dene ku karbidestên pilebilind ên Komara Îslamî, bi awayekî berdewam hoşdarî didin ku xwendina zanistên mirovî di zanîngehê Îranê de nemîne.

Elî Xamineyî, rêberê komara Îslamî ya Îranê, bo yekem car piştî tepeserkirina xelkê nerazî li ser hilbijartinên sala 1388’an, mijara goherîna zanista mirovî di zanîngehan de xist ber bas û pişt re, wezareta zanistê dest bi goherîna zanista mirovî kir û di cihê vî de, zanistên ola yên Îslamî û ligorî îdolojiya dilxwazê Xamineyî cihgîr kir.