Ne’istandard bûna rêyên Riwanserê, jiyanê bo welatiyan zor dike

21:12 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: ne’istandard bûna rêyên Riwanserê û bi xasmanî nebûna îfazên kêleka piran, jiyana welatiyan xistiye ber astengan û bi sedema têketina maşînekî, 3 welatiyan jiyan ji dest da û yakê din jî birîndar ket.

Pêka nûçeyê Ajansa Nûçeyiya Kurdpa, îro çarşembê maşînek li rê derket û 2 kesan bi navên Mes’ûd Mihemedî û Ihsan Ziyayî, jiyana xwe ji dest dan.

Her wisa roja yêkşembê berwar 18’ê pûşperê jî her li ser rêya navbirî û şûnek bi navê “qazançî” bi egera qewimîna bûyera hatin û çoyina maşînan, kesekê canê xwe ji dest daye û yek jî niha li jêr çavdêriyên pisporiyên pizişkî de ye.

Bi gotina welatiyên herêmê, ev rêye ne’istandarde û salane gelek kes li vê rêyê ji ber qelibîna maşînan, dibin qurbanî.