Nehîştin miriyê behaiyan li goristanê bê veşartin

14:08 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Navendên têkildarî hikûmeta Îranê li Sineya rojhilatê kurdistanê, rê nadin cenazeyê welatiyeke behayî, li guristana Cawîd a wî bajarî bê definkirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, piştî borîna çend rojan bi ser mirina hemwelatiya behayî a bi navê Bacî Xanom Mihemedî, navendên giradyî hikûmetê li Sine, nehêlan termê wê jinê li guristana Cawîd a wî bajarî bê veşartin.

Bi gotina çavkaniyeke agah a nûçeyan li Sine, vê helwesta hikûmetê hember nehîşytina definkirina cenaze, nerazîbûna malbatên behaiyan bi pey xwe hişt.

Gurstana Cawîd li Sine taybet bi miriyên ola behayî e ku heya niha bi çendîn car ji aliyê navendên ser bi hikûmeta Îranê ve hatiye vîrankirin.

Hêjayî gotinê ye, navenda ewlekarî ya Îranê li sine bi malbata wê miriya Behayî re gotine: Wê li guristana “Leinetava” li Qurwe bin ax bikin.

Gorstana “Leinetava” taybet bi miriyên bi dosyeyên siyasî ye ku piştî şoreşa gellên Îranê (1979`an) , li Qurveya rojhilatê Kurdistanê hatiye damenzrandin.

Goristana navborî ji aliyê navendên têkildarî hikûmetê û hin şêniyên bajarê Qurve ve bi “Leinetava” hatiye binavkirin.
Her wiha hatiye ragihandin ku malbata Mihemediyan ji welatiyên behayî ê rûniştvanên Tevrîza Îranê bûne ku bi sedema eşkenceyan bi neçarî cih û warên xwe bi cî hiştine û ber bi bajarê Sine ve koçber bûne.

Guristana cawîd heya niha 3 caran hatiye vêrankirin ku gor çavkaniyên herêmî, cara here dawî ya wê vêrankirinê sala 2013`an pêkhatiye.

Azar û eziyeta behaiyan li Îranê, piştî şoreşa gekên wî welatî, bi awayekî sîstematîk dest pêkiriyê. Karbidestên hikûmeta Îranê piraniya caran hember merasîmên olî yên behaiyan dibin asteng.