Nedana miaşê karkerên Petrokîmî ên mehabadê ew neçar bi girevê kirin

19:30 - 1 Şibat 2015
Ajansa kurdpa: Karkerên fabrîqeya petrokîmî a Mehabada rojhilatê kurdistanê, bi sedema nedana heqdestê wan û bêdengiya berpirsên karxaneya navborî, dest bigirevê kirin û neçûn ser kar.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, rexma gireva 7 roje ya karekerên fabrîqeya petrokîmî a Mehabadê (neçûna wan a ser kar), hîna jî tu bersivek ji aliyê berpirsên karxaneyê ve bi wan nehatiye dayîn.

Çavkaniyeke nûçeyan li Mehabê peyamnêrê Kurdpa re got: Piraniya karkerên wê fabrîqeyê tenê bi karkeriyê debara jiyana xwe dikin û xeynî wê karxaneyê tu riyên din bo debara jiyanê bi wam re nemaye, eva jî di demekê de ye ku sîkorte û bîmeya wan tine ye û miaşê wan ê berê jî bi wan nehatiye dayîn.

Herwê çavkaniya nûçeyan ev yek jî piştrast kir ku ji 700 karkerên vê karxaneyê tenê 4 kedkar xwecî û Kurd in.

Ji aliyekî din ve bi gotina karzanên jîngehparêzî, madeyîn kîmyawî ên vê karxaneyê bo xwezayê û avê jî ziyanbar in û bi derbasbûna demê re ava jêr erdê a wan deveran jî bi sedema madeyên kîmyawî ê biçîkin.

Karxaneya Petrokîmî a Mehabad, li 3 rêya “Darlek a nêzê bajarê nav borî bicih bûye ku bi gotina hemwelatiyên Mehabadî, ew fabrîqe bi planên hikûmeta Îslamiya Îranê û bi emd li Mehabadê hatiye çê kirin.