Nedana Îzna belav kirina belavokek Xwendekarî li bajarê Xoy ê

21:26 - 14 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Berpirsyarên Zanîngeha ‘Peyama Nûr’a bajarê Xoyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava (Urmiyê) rêgiriyê ji çap û bilav kirina belavokên xwendekarî yên Kurdan dikin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, heyamê piti ji 2’salane ku berpirsyarên beşa Çandî û xwendekarî li zanîngeha ‘Peyama Nûr’a bajarê Xoyê,bi eger û hecetên cûr bi cûr rêgiriyê ji dana îzna weşan û bilav kirina belavokek xwendekarî a Xwendekarên Kurd ên vê zanîngehê dikin.

dijberiya berpirsyaran li demekê deye ku xwendekarên Kurd hemû mercên yasayî bo wergirtina îzna weşana mehnameyekê bi zimanên Kurdî û Farsî berçav girtine.

di heyamê çend mehên bihurî de li zanîngehên herêma Kurdistana Îranê, bi avayek Sîstimatîk îzna bilav kirina belavokên xwendekarî hatine helveşandin.

Her div ê pêywendiyê de heyamek beriya niha berpirsyarên zanîngeha Razî a Kirmanşanê îzna bilav kirina belavoka xwendekarî a ‘Şîba ‘ hilvişandin.

her wiha di meha Tebaxa 2012’an de belavoka xwendekarî a ‘Rêjne’piştî du hejmaran ji weşanê hat sekinandin.