Nebûna ((pira derbasbûnê)) li şarêyek ûrmîye, jîyana zarokan dixe hemberî metirsîyê

15:21 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2012
Kurdpa: şarêya bahunera ûrmîye heya niha jî pira derbasbûnê çi nîne û ev tişte jî, ji bo hevwilatîyan û bi taybet ji zarokên qutabî re astengan pêk tîne.

Li gor nûçeya gehiştî bi ajansa nûçe gihanîya kurdpa, şarêya bahuner ku yek ji qerebalixtirîn rê yên serekî yên vî bajarî ji bo bajarên derdora ûrmîye ye, bi şêwazekê hatîye çê kirin ku tu istandardek rê û ban tê da nehatine çevre kirin û di heman demê de ji hilketîye li navçeyekî ku şûna rûniştina hevwilatîyane. Ku wê deretanê jî jîyana asayî a hevwilatîyan xistîye nava metirsîyê û zaf caran jî rûdanê hatin û çoyînê jî li wê şûnê qewimîne û bi xasmanî jîyana zarokan û qutabîyan xistîye hemberî metirsîyên dijwar.

Bi gotina akincîyên herêmê, li 3 salan berî niha ve biryar bû ku li ser rêya ((pulê quyûn)) a wî bajarî ji bo zivrîngeha ((muderris)), 6 pirên derbaskerên mirovan werin saz kirin lê heya niha jî ev biryar nehatîye cîbicî kirin û berpirsên peywendîdarên rê û ban ên wî bajarî li hemberî wê pirojeyê kemtirxem in û eva jî bûye sedema nerazîtîya hevwilatîyan.