Nebûna pêdiviyên bijîşkî jiyana girtiyên Urmiyê dixe bin tehlûkeyan

18:53 - 30 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Çend roj beriya niha, zindaniyekî li hepsa Urmiyê, bi sedema sekinîna mejî (sekteya mexzî), jiyana xwe ji dest da.

Li gorî raporta ajana nûçegihaniya Kurdpa, Reşîd Nûciwan ji rûniştiyên gundê “Haşimava”, piştî sekinîna mejî li girîgeha Urmiyê jiyana xwe winda kir ku hindik zindanî sedema vê bûyerê, nebûna pêwîstiyên pizîşkî( di demên awarte de), destnîşan dikin.

Gorî raporta jêderekî agah, heya niha çendîn kes ji zindanyên hepsa Urmiyê, bi sedema bikaranîna şaş a derman û derziyan ji aliyê bijîşkên nexweşxaneyê ve, girtiyên nexweş, tûşî seqetiyê bûne.

Zindaniyekî girtîgeha Urmiyê ajansa nûçegihaniya Kurdpa re got: Rewşa tedawî kirin û dermaniya zindana Urmiyê di asteke herî nizim da ye û berpirsên nexeşxanê di alîkarî kirina nexweşan de, pirr xemsariyan ji xwe nîşan didin.

Wî zindaniyî di dirêjeya axaftina xwe de qala vê yekê jî kir ku ne beşa tendurustiya zindanê, ne jî karbidestên hepsa Urmiyê, xwe hember girtiyên nexweş de berpirsiyar nabînin û tu hengawekî hilnagrin.

Beriya niha bi demekî, wezîfedarekî hepsa Urmiyê peyamnêrê Kurdpa re gotibû: Nêzî 10 roj pêş niha, bi sedema mirina ( bê derman û pêdiviyên bijîşkî), şandek ji Tehranê serdana zindana Urmiyê kiribû, lê rexma sozên wan, heya niha tu guhertinek liser rewşa xirab a girtîgehê de nehatiye holê.

Pêştir di dema greva hepsa Urmiyê de hatibû ragihandin ku zindana Urmiyê bi hebûna zideyî 4 hezar û 500 gitiyan, tenê yek bijîşk li wir erka dermanî (bi awayekî niv demkî) bi cî tîne.

Nebûna bijîşk û pêdiviyên dermanî di demên awarte de, jiyana girtiyên Urmiyê, ligel xetereya mirinê rû bi rû kiriye.